Hunera muzîkê nasnameya çandî ya mirovî diparêze

Jamal Farokh Seresht.jpg

Jamal Farokh Seresht, director of Madakto Art Centre Credit: Supplied

Cemal Farox Seriştî Kurdê rojhilat e, piştî ku wek muzîkjenekî serbixwe li Îran û Australya bi muzîkjenên Australî û Îranî re kar kir, di sala 2009 de Navenda Hunerê ya Madakto ava kir. Di sala 2006-an de Xelata The Green Rooms ya Herî Baş li Australya wergirt. Navenda hunerî bi mebesta fêrkirina lêxistina amûrên kevneşopî yên ku beşekî bingehînin ji çanda kurdî. Serkeftineke girîng ya birêz Farox Seriştî ew bû ku Maestro Şahram Nazeri ji bo yekem car di sala 2017-an de anî Australya. Ji ber serkeftina konsêra yekem Maestro Nazerî ê di Tebaxê/August were Australya û çend konsertan pêk bîne. Em derbarê konsêrtan û Navenda Madakto bi berêz Cemal Ferox Seriştî re diaxafin.



Share